Serrûpel Hejmar 54, tîrmeh 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Weşan
  • Lokman Polat: Nirxandina "Bingehên rêzimana kurdî" ya Kamiran Bêkes
  • Husein Muhammed: Nirxandina "Robîn" - romana nû ya Lokman Polat
  • D. Înal: Nirxandina "Helbestên Sirgûniyê" ya Lokman Polat
  • "Filîtê Quto" ya Salihê Kevirbirî bi tirkî derket
  • Nasandina "Gramera Zazakî" ya Munzûr Çem

  • "Robîn" – romana nû ya Lokman Polat
    Husein Muhammed: mehname@yahoo.com


    Robîn navek e. Navê du kesan. Navê kurrekî ye lê navê bavê wî ye jî. Robîn serpêhatiya gerrînên kurrekî ye li bavê xwe û di heman demê çîrroka bavê wî ye dema li kurrê xwe digerre. Robîn romanek e ku çendîn jînenîgaran di xwe de dihewîne, wan digihîne hev û ji hev vediçirrîne.

    Kurr û bav, her yek li welatekî, li hev digerrin. Ne kurrî bavê xwe û ne jî bavî kurrê xwe ti car dîtiye. Dor bi dor di beşên romanê de nivîskar li ser serborên Robînê bav û Robînê kurr radiweste û dinyayek bi mereqê, kelecaniyê, dilsoziyê û erotîkayê xemilandî raberî xwendevanan dike.


    Berga romanê rengîn e; mixabin li vir reşûspî derdikeve.

    Robînê mezin carekê di xewna xwe de dibîne ku kurrek porrzer heye. Paşî ew serborên xwe yên bi keç û jinên bi dest ketî re di bîra xwe re diborîne û dikeve şikê ku wî zaroyek ji jinek ûris hebe. Ji vir serpêhatiya wî ya serekî ya di romanê de dest pê dike. Û camêr rê li ber xwe xweş dike daku xwe bigihîne Rusyayê û li kurrê xwe û diya wî bigerre...

    Bêyî ku bavê wî ti hay jê hebe, Robînê biçûk li çendîn welatan li bavê xwe digerre. Ew ji diya xwe agadar dibe ku bavê wî kurd e. Ji vê ew xwe nêzî kurdan dike, xwe fêrî çande û zimanê kurdî dike daku xwe bigihîne bavê xwe. Kurr li hin bajarên Kurdistanê, bi taybetî yên Rojavayê Kurdistanê, digerre bo xurtkirina têkiliyên xwe û kurdan û bi hêviya dîtina bavê xwe...

    Robîn romana wêrek, yarîzan û cambazan e. Herdu Robîn mêrên mîna nêriyan in û jiyana wan bi jinan dagirtî ye. Ger tiştek mişe û zaf di romanê de hebe, ji hemiyan zêdetir têkiliyên cinsî berçav in. Kurr jî, lê bi taybetî bav xwe hema li her jinê dicerribîne. Gelek car wa dikeve nav lêb û teşqeleyên evîndarî û jinbazî ku bi temamî ji bîr dike ku niyetdar e ji dil li kurrê xwe bigerre.

    Keç ji jiyana Robînê kurr jî ne kêm in. Lê jiyana wî pirr ji ya bavoyî kelecanîtir û mereqdartir e. Kurr ajanek Dezgeha Agahiyan (Îstîxbarata) ya Sovyeta berê, KGBê ye. Di vê taybetmendiya wî de rê li ber vedibe xwe bigihîne gelek der û doran ku wek dî dê ne gengaz ban. Wek erkdayiyek KGBê ew hem li Kurdistanê û hem jî li Stembolê gelek kurdan dinase.

    Di Robîn de dezgehên li hemî cîhanê navdar CIA, KGB nexşe û planan digêrrin bo parastina Stembolê ji teqînek mezin ku dê çêbibe. Robînê kurr yek ji karmendên KGBê ye lê ew ji dizîkî ve têkildarî ajanek Dezgeha Agahiyan ya Amerîkayê, CIAyê ye ku ew ajan bi xwe kurd e: Viyan.

    Viyan û Robîn neçar dimînin xwe biavêjin çendîn xeteran bo parastina Stembolê. Lê xebata wan jî dê neçe serî ger ne bi alîkariya li gel dezgeha agahiyan ya Kurdistanê, PARASTINê re be. Heçku karên wan têr sergêjiyê jê re peyda nekin, Robîn û Viyan dil dibijin hev.

    Robîn belkî romana herî bikelecan e ku bi kurdî hatiye nivîsîn. Bûyerên romanê ne tenê xweş diherrikin lê xwendevana/ê xwe jî bi xwe re diherrikînin.

    Rêzdar Lokman Polat bi vê romana xwe genreya wêjeya heyecanî aniye kurdî. Di vê cûn edebiyatê de ne tenê çek û kuştin lê evîn û erotîka jî rolek bingehîn dilîzin. Polat baş ji vê diyardeyê agadar e û wî di Robîn de ev element xweş vehûnandine. Bi baweriya min, Polat di vê romanê de ji romanên xwe yên berê biserketîtir e ji ber ku niha wî kêmtir basa mijaran bi giştî kiriye û zêdetir pûte û giranî daye bûyerên kitekit (teferuat).

    Naxwazim kitekit bûyerên romanê vebêjim daku heyecana xwendevanên romanê jê neyê standin. Lê bi şanazî dikare bêt gotin ku Robîn hêjayî xwendinê ye. Jixwe piştî xwendina çend beşan, bawer im, xwendevan dê nikarin dest ji xwendina vê romanê berdin û wê bi rê ve bihêlin.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.