Partiyên kurdî yên Başûr-rojavayê Kurdistanê ragihand ku rayedarên Sûriyeyê ji wan re gotiye ku partiyên wan qedexe ne û divê bên betalkirin.
Berpirsên çendîn partiyên kurdî ev liva dewleta Sûriyeyê wek derbeyek li pêşveçûna demokrasî û wekheviyê selmand.
Fuad Elîkoyê endamê rêveberiya Partiya Yeketî ji ajansa nûçeyan Reutersê re ragihand: "Wan ji me re got ku biryarek ji serokatiyê [serokatiya Sûriyeyê] hatiye ku çalakiyên siyasî û partîvanî yên partiyên kurdî qedexe dike."
Berpirsine partiyên din jî ev heman ferman piştrast kir. "Em dê xebatên xwe bidomînin, û ger ew bixwazin me bigirin, bila texsîriyê nekin", rêzdar Elîko got. "Me partiyên xwe yên siyasî ne bi fermana rayedaran damezrandine û em dê wan ji ber biryarên wan pelate jî nekin."
Hêjayî gotinê ye ku 13 partiyên kurdî li Sûriyeyê hene.
Kurd bi hejmar duyem neteweyê mezin e li Sûriyeyê û ji dorî du milyonan ji 18 milyon sûriyan pêk hatiye. Du daxwazên serekî yên kurdên başûr-rojava mafên çandî bo kurdan û nasnameya Sûriyeyê bo 200 hezar kurdên bênasname ne.