Serrûpel Hejmar 54, tîrmeh 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Dr. Felat Dilgeş: Bang bo yekkirina alfabeya kurdî
  • Serhad Bapîr: Başûrê Kurdistanê û alfabeya kurdî-latînî
  • Eyibê Milî: Andrew Collins û mîtolojiya Kurdistanê
  • Hekar Findî: Dengê her zindî: Tehsîn Teha
  • Lorîn Hêvîdar: Kongra-Gel dîsan tûşî dijwariyan
  • Bûbê Eser: Roj hatiye, dem derbas dibe!
  • Fuad Sîpan: Doza Metin Kaplan û hiqûqa siyasîbûyî

  • Roj hatiye, dem derbas dibe!!!
    Bûbê Eser : bubeeser@yahoo.com


    Roj hatiye, dem derbas jî bûye, lê hîn jî gelek bûyer û xerabiyên ku bi destên kurdan, li kurdan hatine kirin, derneketine holê. Divê baş bê zanîn, tu tişt wê veşartî nemanin û namînin jî. Lewra ev çend roj in, di çapamaniya Kurdan û ya Tirkan de behsa Aysel Malkaçê tê kirin. Ew bi salane veşartî maye. Çima ne dixwest derkeve û piştî eşkere bû ku li jiyanê ye çima ew bi xwe daxuyaniyeke nade hîn ne diyar e.

    Em mesele A. Malkaçê bihêlin alîkî. Ji ber ku gelek kesên weke wê hebûn û henin, hin veqetiyan e, hin hîn jî weke sofiyekî/ê girêdayê Evdilan e. Li gor min ya herî girîng ew e ku divê em kurd li ser vê rawestin. Ev bûyera A. Malkaçê dikare bibe egera derxistina bûyerên qirêj yên PKK ku bi destên xwe li kurdan kirine. Ez bi xwe gelekî li vê fikirîm, min gelekî da û stan, gîhandim wê encamê ku heta roja îro ew bûyerên qirêj, kuştin û xerabiyên bi destê PKK li kurdan hatine kirin, eşkere nebûne. Weke tê zanîn him ew bûne sebeb, him jî wan bi destên xwe jî Kurdistan wêran kirin, kurdên girêdayî doza gelê xwe, gelek bi destên wan hatine kuştin. Wan her tiştek li gor destûr û bernameya damezrandina xwe dikirin.

    Destûr û bernameya PKKê jî weha bû: Kes, rêxistin û dezgehên li dij berjewendiya kurdan asteng bin divê ji hola rabin. Bawerim wan di destûr û bernameye xwe de bi nivîskî, nivîsîbûn lê ya di dilê damezrevanên PKK de Tirkiye bû. Yanî her tiştên li dij berjewendiya Tirkiye û Tirkan divê ji holê rabana. Ji ber ku bê hejmar kurdên dilsozê welatê xwe, bi destên wan hetina kuştin, gelek ji wan jî seqet mane. Talankirina welêt li ber çavan e. Înkarina hêjayiyên kurdan ya ji aliyê PKK de têne zanîn. Evana hemû jî eşkeren e. Lê tiştê ne eşkere hin kurd bi xwe ne ku naxwazin rastiyê bibînin. Ew jî girêdayî berjewendiyên sexsî ne loma naxwazin vana belav bibin.

    Em bêjin; kesên niha hin xwe sofî û mirîdê Evdila dibînin, naxwazin vana derkev in. Lê ew kesên ji wan veqetiyan e bi xwe gelek tiştan dizanin, lê nabêjin û ji bona veşartina wan jî tim di nava hewldanekê dene.Ka çima ew dernakev in û tiştê dizanin nabêjin? Ev e ya ecêb. Ji bilî çend îstîsnan yên din jî tenê derdê wan Evdila ne. Îcar divê mirov li ser vê yekî hinekî bisekine. Gelo çima van kesana, ji gelê xwe re rastiyê nabêjin. Dibe ku gelek bûyer bi destên wan jî hatibe kirin, dibe ku ji vê yekê ditirsin an fedî dikin. Lê ji bona mirov baweriyê bi wan bîne, ji bona ew jî li hemberî welat û gelê xwe erkên ji wan tê xwesin pêk bînin, divê rastiya dîroka qirêj ya PKKê bêjin. Bêjin da ku gelê wan jî ji wan bawer bike û efû bike.

    Ez bawer im, wan bûyerên qirêj yê PKK kirine, dê yek bi yek derkevin holê ku wan çima dixwastin kurdistanê xilas(!) bikin. Hêvîdarim bûyera Aysel Malkac wê bibe destpêka derketandina xirabiyên PKK ya bi kurdan kirî ye. Ji ber ku dem hatiyê û tiştên di tarîtiyê de mane dê derkev in ronahiyê. Ya herî girîng ew e; divê A. Malkaç derkeve û daxuyanekê bide ku ji bona çi ew ewqasî veşartî maye. Ew ji çi ditirsiya û çima xwe veşart û hîn vedişêre.. Divê êdî ew jî bizanibe, tirs ne çareserî ye. Çareserî ji gelê xwe re rastî gotin e. Ne ew tenê, kesên ku tiştên qirêj anîye serê gelê xwe, biryara kuştina mirovên welatparêz, kuştine pismam û mirovên xwe, xerabkirina gundên xwe dane, bila bêjin.

    Bi zelal kirina dîroka PKKê wê êdî gelek tişt eşkere jî bibin. Loma dibêjim bila vana derkevin û ew kesên li xwe jî mukir bên, bêne efûkirin. Ya na wê kesên weha tim di bin barekî girande bin û wê tu carî ji alî gelê xwe de neyên efûkirin. Tenê hin ji wan niha di nava xebatên başde bin jî, çareserî bi vê nayê. Çareserî ew e; hûn jî wan tiştên we kirine û dizanin bêjin da ku hinên din jî ji we cesaret bigirin û ew jî bêjin.

    Ez dibêjim ya herî baş ew e; kesên berê qadirê PKK bûn, îro ji bona gelê xwe karên baş dikin, bila xwe bidin ser hev û wan bûyer û kirinên ku wan dane kirin, wan kirine, yên bihîstine yek bi yek bêjin. Bi eşkerekirina wan dê dawiyê bighêje kîderê diyar e. Ev e ya ku îro bo me lazim e. Ev e ya ku divê ew kesên berê qadirên vê rêxistina bi destê dewletê hatiye damezrinê, bêjin. Divê ew jî netirisin, fedî jî nekin, bi gotinên wan, tiştê ew dizanin wê cesaret bide gelekin din jî. Divê ew kesên weha li hemberî dîrokê û gelê xwe vî erkê xwe bînin cih. Tenê li hember Evdila derketin û PKK paqijderxistin wê we xilas neke. Ka cesaretên xwe top bikin û êdî wan tiştên we kirine, dîtine û bûne şahidên wan bêjin. Bêjin ku êdî em jî ji we bawer bim. Bêjin da ku êdî em bikaribin bi hevra gavên ji bona azadiya bakurê Kurdistanê bavêjin. Heta kengî hûnê weha bê deng bimînin û wan xerabiyan veşêrin.

    Ji ber vê ye, ez dibêjim pêwîst e, em bi awayekî giştî li ser rewşa A. Malkaç xanimê rawestin û hewl bidin ku ew derkeve tiştê dizane bêje. Bêje ku çima ew, ewqasî veşartî maye. Bawer im îro gelek tişt wê bi daxiyaniya vê xanimê derkev e, wê zelal bibe û bêne zanîn. Ez bawer dikim û bi hêvî me piştî daxiyaniya wê, kesên din jî destpê bikin û bêjin. Ew tiştên ku PKK anîye serê gelê me dê yek bi yek derkevin.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.