Serrûpel Hejmar 54, tîrmeh 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Name
  • Ji M. Barzanî û C. Talebanî bo G. W. Bush

  • Nameyek
    ji Mesûd Barzanî û Celal Telebanî bo Serok George W. Bush


    Rêzdar Serok George W. Bush, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
    Koçka Spî
    Washington, D.C

    Serokê Rêzdar:
    Em vê nameyê aresteyî Te yê hêja dikin daku nêrîna xwe û nedilniyayiya xwe bo we diyar bikin sebaret hikûmeta Iraqê ya berwext, herwesa helwestê gelê Kurd û paşeroja welatî.

    Amerîka hîç dostek baştir ji gelê Kurdistanê nîne. Berî salekê, Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê mil bi mil li gel hêzên Amerîkî şer dikir jibo rizgarkirina Iraqê, û ji hemî dostên dî yên Amrîka pêtir ziyan daye. Evro Kurdistan her diminît tena û aramtirîn parçe ji Iraqê. Her weke xuya, hîç serbazekî Hevpeymanan nehatiye kuştin li devera li jêr desthelatdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berevajî deverên erebî.

    Gelê Kurd berdewam e rêzê li bîr û boçonên Amerîka digirît, bixêrhatina supayê Amerîkî diket, û piştevanê bernameyê we ye jibo rizgarkirina Iraqê. Hikûmeta me ya Herêma Kurdistanê gelek destkaftî û azadiya xwe ji dest daye jibo xatira wê çendê ku rêveberiya we bigehîte çareyekê di gel layenên dî yên Iraqê. Lewre evro dilê me gelek xav bûye dema Nwênerê we bo me diyar kirî ku Kurd nabît bibît serokê Iraqê yan Serokwezîr. Bo me hat gotin ku ev herdu cih divêt bo erebek şî’e û yekî Sunnî bît.

    Iraq welateke ji du neteweyên serekî pek hatiye, ereb û kurd. Zor tiştek siriştî ye ku ereb li dû daxwaza xwe yek ji van cihan bi dest xwe ve binîn, lê divêt cihê dî bo Kurdekî be.

    Herwesa am bawer în ko dabeşkirina herdu cihên bilind li ser binyatekê regezî dijî nêrîna Amerîka ye dema her digot ko Hikûmeta Iraqeka demokrat nabît li ser binyatekê regezî, ayinî yan piranîyê bihête damezrandin, ew heman helwîst ku DYA diyar kiriye di Yasaya Rêvebirina Iraqê ya berwext.

    Gelê Kurd razî nabît ko careka dibihêt hejmartîn welatiyên ji pileya duyem li Iraqê. Li demê rijêma Saddamî û berî hingê, kurdan karîye bibin cihgirê serokî yan cihgirê serok wezirî, lê ew cih her li bin ebayek veşartî bûye u hîç desthelatî nebûye. Lewre me hivî ye ku Iraqa nû wek berê nabît bo gelê Kurd.

    Her ji dastpêka rizgarbûnê, em dibînin ku ciyawazîyek dijî gelê Kurd hatiye kirin ji hin egeran ku em bi xwe tênagehîn. Li destpêka desteserkirinê, Hevpeymanan destê xwe danaye ser dahatîyên petrol-beramber-xwirakê ewên ku bo Kurdistanê hatine terxankirin û ji dubare belave kirin li ser parçeyên dî yên Iraqê di ser ser hindê re jî ku devera me ji hemî parçeyên dî pêtîr hatiye helweşandin ji destê Seddam Huseynî. CPA [Desthilata Hevbendan ya Berwext li Iraqê] herdem awartin kiriye dijî zimanê kurdî hemberî zimanê erebî, û gelek caran hewl daye înkar bike Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku tek hikûmet e ku ti car li Iraqê hatiye hilbijartin, li ser pergala 18 parêzgehan ku Sedamî dijî kurdan bi kar dianî. Berpirsên emerîkî bi navkirina pêşmergeyî wek “milîsiya” bêqîmet dikin wê hêza leşkerî ya bipergal û meşqdayî ku li meydanên cengê dostaniya Amerîka dike. Bi rengek rontir, gelek kêm e ku carekê Hikûmeta Amerîka yan CPA pûte bi Kurdistanê yan Gelê Kurd bidet.

    Em diminîn li layê Amerîka ne, ta eger hindek caran harîkarîya me bo we tiştekî bi dast ve neînît jî. Çarenivisê me gelek girêdayî ye bi berjewendiyên we ve li Iraqê. Eger hêzên azadiyê li cihên dî yên Iraqê bi ser keftin, ew jî ji ber alîkariya me ya bo we. Ma dibît em tûşî sizayê bibin ji ber vê çendê. Li vir em daxwaza hindek dilniyakirinên taybet dikin li vî demê berwext daku em bikarîn baştir beşdar bibin li vê heyama berwext. Taybet em daxwaz dikiin ku:

    Yasaya rêvebirina wextî bihêt qayimkirin di nav her biryareka nû ya ji layê Neteweyên hevgirtî (U.N) yan ko bawerî pê bihêt kirin ko ew girêdaneke li gel Hikûmeta wextî, berî û piştî hilbijartinan. Eger Yasaya hikûmeta berwext hate hilweşandin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdariyê naket di gel Hikûmeta navendî û ne di dam û dezgehên wê, ne beşdar dibin di hilbijartinên wê da û rêkê didin nûnerên wan li Kurdistanê kar bikin û destê xwe vekêşin ji van tişta û çi çareyên dî me nînin.

    Pêdivî ye li ser DYA piştevaniya Gelê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê biket li demê ko netenahî û karên xirab dibin egera dest vekêşanê ji Iraqê.

    Divêt Hewpeyman rola xwe bi cih bînin jibo vegeryana şêwey bajarê Kerkûkê wek berê û li dû daxwaza milête Kurd o ew kesên hatine nav mal û milkên gelê Kurd bêne derkirin û xelkê bajarî yê dirist vegere malên xwe û bandorên erebandinê nemînin.

    Ew mafên bername Petrol-beramber-Xwarinê, yên ku ji Gelê Kurd hatine standin li sala borî, careka dî vegerin û bi rengekê temamî. Û Kurdistan beşê xwe yê dirust wergirît ji $10 milyarên ku hatine mezaxtin ji layê Kongresê [ya Amerîkayê] ve ji bo avedankirinê.

    DYA harikarîya me biket ko em bibin xudanên wan dahatiyên siriştî li nav axa me de û, bi taybetî, hewlên me ji bo pêşvebirina derkirina petrolê li devera Kurdistanê ku rijêma berê bi hemî hewlan ji me biribûn û nehêlaye gelê me qazancê jê bibinît.

    DYA konsolosxaneyek xwe li Hewlerê veket, û daxwaz ji hemî Hevpeymanan biket daku çav li we bikin. Bo Gelê Kurd gelek fer û giring e ku em êkser têkildarî dinyaya derve bin û nahêyne girêdan bi Bexda ve ya ku me nahejmêre hevwelatiyên xudan mafên temam.

    DYA û NY bi awayek ron diyar bikin bikarînana regezî yan piraniyê bi hîç rengekî nabe bibîte egera dana tiştekî danayî û hazir bo Hikûmeta Iraqê ya nû, û Kurd dikarin posta serokkomarî û serwezîrî wergirin.

    Eger regezatî bihêt bikarînan da ku kurdan dûr bêxin ji van herdu postên bilind di hikûmeta berwext da, me bawer e divêt Kurdistan bêt xelatkirin bi jimareka berfire ji wezîran di Hikometa wextî da.

    Serokê hêja:
    Em hemî dizanin ku em demeke dijwar da dijîn, eger bizanîn ku egera rizgarbûna Iraqê hejî hindê bû ko me şer bo kir. Gelê Kurd dê minît şanaz bi serokatiya hewe ya bawer, şanaz bi hizrên hewe bo Iraqeka azad, û bi zîrekiya we ya taybet. Em li wê bawerê ne ku tu nahêlî Kurdistan bihête sizadan ji egera hevalîniya me bo we û piştevaniya me bo Amerîka.

    (îmza)
    Mesûd Barzanî
    Partiya Demokrat ya Kurdistanê

    Celal Telebanî
    Yeketiya Niştimanî ya Kurdistanê

    Ji inglîzî
    Segvan Mizûrî

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.